Roja Nü ü Edebiyata Kurdi ya Geleri - 1


Necat Keskin
AVESTA YAYINLARI

Avesta, hemü teksten edebiyata kurdi ya geleri ku di kovara `Roja Nü` de çap büne berhev dike ü di se cildan de diweşine. Kiteba yekem `Çirok ü serpehati` ne. Berhem ji aliye Necat Keskin ve hatine amadekirin.

Roja Nü di 1e Gulana 1943yan de li Berüde wek rojnameyeke hefteyi dest bi weşana xwe dike. Xwedi ü gerinendeye rojnameye Kamiran Ali Bedirxan e ku we deme di Hawar ü Ronahiye de ji dinivise.

Roja Nü, ligel ku rojnameyeke hefteyi ye ü behtir bi naveroka xwe ya nüçeyan derketiye peş ü herweha ji tene 4 rüpel in ku nivi je fransi ye, ji aliye edebiyata geleri ya kurdi ve ji geleki dewlemend e. Çirok, stranen geleri, şer, dürik, qewl ü ayin, mamik, gotinen peşiyan ew cureyen edebiyata geleri ya kurdi ne ku Roja Nü giringi bi wan daye ü cih daye wan di nav rüpelen xwe de. He di hejmara peşi, di rüpele seri de Roja Nü bi düriken li ber tembüre dest pe dike. ev tegihiştin, raman ü fikra Kamiran Bedirxan a derbare edebiyata geleri nişan dide. ew ji wek rewşenbiren ewropi rihe gele xwe di ve edebiyate de dibine ü loma ji giringiye dide wan.

Gava mirov li Roja Nü dinere ve giringiye bi awayeki zelal dibine ü herweha rasti xezineyeke edebiyata geleri a kurdi te. Di nav ve xezineye de 24 çiroken kurdi, 95 stranen kurdi, 16 qewl ü ayin, 61 dürik, 2 şer, loriyek ü çend mamik ü gotinen peşiyan cih digirin. Hemü minak ji me di se cildan de tomar kirin. ev cilda peşi ya berdest ji çirok ü serpehatiyan pek te. Ya duyem de bibe strana kurdi ü di ya seyem de ji de minaken din en wek dürik-qewl-lori cih bigirin.

Me xwest em axa li ser ve xezineye rabikin ü bi awayeki komkiri binin peşi xwendevan ü kesen bi edebiyata geleri ya kurdi re eleqedar.


Özellikler

Basım Dili: Kürtçe

Basım Yeri: Türkiye - İstanbul

Sayfa Sayısı: 136

En / Boy: 13,00 / 19,50 cm

Kağıt Cinsi: 2. Hamur

Basım Tarihi: Şubat 2019

Yorum Yap

Lütfen yorum yazmak için oturum açın ya da kayıt olun.

  • Ürün Kodu: 9786052246269
  • Stok Durumu: Stokta var
  • 17,00TL -%20
  • 13,60TL